DESTANA EGÎDEKÎ
"Lêxin, lêxin hevalno lêxin,
Bibarînin bibarînin, birano
Ev me çi dihesibînin!"
Hemû roj, hemû êvar, hemû þev
Wî weha gotibû û gule barandibû
Roj qulibîbû ser êvarê, êvar ser þevê, þev ser rojê
þer berdewam bû
Beden westiyayî, keser giran, birîn kûr
Mêjî xurt, awir tûj
Dil keleha mêrxasiyê bû
Lome jî ne þerm bû
Ya man ya neman bû
Çi ji destê wî, çi ji destê wan dihat...
Îxanet li rê bû
Îxanetê zora welatevîniyê biribû
Dor li wan girtî
Li jêr esker,
Li jor helîkopter
Nefes li wan çikyayî bû
Li pala çiyayên serîbilind
Di gundekî bêçare yê Kurdistanê de
Wext, wexta þer, man û nemanê bû
"Hevalno, em çi bikin...
Bêgavî bextreþî ye, kambaxiya me kurdan e
Lê, gava bêgavî li ber deriyan e
Wext, wexta jîr û mêrxasan e
Wext hatiye; wext, wexta þer e, xurtî û huner e
Em pênc kes, ew pênc hezar kes
Em pênc hezar dil, ew penc dil
Em pênc hezar dilên biheq, ew neheq
Kî dikare dilê bi evînê hildave vegire?
Ma ev me çi dihesibînin!.."
Yek bi yek li hevalên xwe nihêrî
Ew yek bi yek hembêz kirin
Bi herdû tiliyên xwe yên destê rastê simbelê xwe ba da
Çek, pusat u rextên xwe þidandin
Berîk ajot devê tifinga xwe û got;
"Hevalno, ji bîr mekin
Em pênc hezar dil
Pênc hezar efsaneyên li ser lêvan
Pênc hezar destanên li ser kaxizan in
Pênc hezar stêrkên ronî yên kurdan in..."
Saw u xofa mirinê
Coþ u heyecana liberxwedanê hebû
Li ser berfa gewher rengê sor a xwîn û tavê hebû
"Ax, ev tav",
"Eger tava danê êvarê li me biqulibe
Û em xwe bi êvarê bigihînin
Heye ku deriyê felatê li me vebe"
Çendîn þerê dijwar ew ketibûyê
Çendîn caran wî îxanet, daf, dek xefik u kemîn dirandibû
Ew þervanê welatê þervanan
Rêgirê bav û kalan bû
"Ev çi hale"
"Ez evîndar û þerwanê ronahiye
Ez dijminê tarî zulmetê
Ez niha li hêviya þevê me"
Ew penc kes bûn, çar mêr u jinek
Ku her yek ji derek, lê xwedî qederek "
Lêdin hevalno lêdin
Ma ev me çi dihesibînin!.."
Deh bi deh, sed bi sed
Teqîna çekan, vizîna gulan bû
Ne vîçîna teyran, ne hêrîna hespan
Ne evîna segan, ne meyina berxan
Ne jî dengê însanan bû
Bi tenê dengek hebû
Zagon, zagona þer u lêcan bû
"Kî ne ev eskerên ku weha gule li me dibarînin
Ji ku ne, li ser axa me çi ji me dixwazin
Ma evîn û evîndarên wan
Hez u hezkarên wan nîn in
Çima ew hez û evîna me tênagihin"
Saet çend bû
þevê çima weha mîna bûkekê xwe xemilandibû
Stêrk çima weha ronî
Heyv çima weha di lehiya xweþiyê de bû
Di vê sar û seqemê de çima weha germ bû
"Stêrkên welatê min
Heyva erd u axa min"
"Hûn þahid in; em ne diz u keleþ in
Ne pêxas u zikreþ in
Em evîndarên we, egîdên ronahiyê ne
Eger li me qewimî û li vir em bûn þehîdên we
Xebera mêrxasiya me bigihînin bi insan û gelê me"
"Ax li min dayê"
Çavên wê yên reþ mîna çavên xezalan vekirî
Devê wê bi ken bû
Porê wê belavbûyî , stuyê wê gola xwînê bû
Wî serê wê danî ser çoga xwe
Piþta xwe vekir, li stuyê wê bada
Bi destan porê wê mist da
Bîstekê, bêdeng çavê wî li ser çavên xezalan ma
Çend dilop hêstir ji çavên wî ber bi jêr bû
Û ew giriya
Di bin barana gulan de ew giriya
þev diçû
Stêrk diçû , heyv diçû
Xewna azadiyê, hêviya felatê diçû
Hizr û bîr, serpêhatî û jiyaneke ciwan diçû
"Xwedêyo...
Ji berbanga Kurdistan xweþtir
Ji rojeke nû ya welatê min geþtir çi heye!"
"Em diçin"
"Em diçin, lê kî dikare rê li berbangên welatê min bigire
Kî dikare roja nû li welatê min qedexe bike?"
"Em diçin
Em diçin, lê mîna ku bav û kalan dikirin
Ji vê roja nû re xêrhatin
Ji vê berbanga welatê min re stran û gotin divê"
Wext, wexta strana welatê neçar bû
di berbanga sibê de, li serê çiyan
Alana dengê egîdekî xort bû
"Lê lê daye...
Lê dayê, serê sibê ye, sibeyeke xweþ e
Vê serê sibê bayekî sar e, li min serma ye lê dayê..."
ax lê dayê
Dengê top û cebirxanan li ser sînga mine
Lê dayê, ve sibê çarnikare, ax lê lê dayê
ax lê lê lê daye
Hevalê Eziz
"Êdî tu çare tune, mirin û çûyin li ber me ye
Eger em teslîm bin jî, qedera me mirin e
Em jî li ser riya kerwanê þehîda ne
Em hevûdu hembêz bikin,
Heqê xwe ji hev re helal bikin
Wext nîn e, berî ku guleyek were
Em ber bi gulê herin
Nav bêdengiyeke kûr de
Wan tifingên xwe dane alî, rextên xwe ji xwe kirin
Defter û kaxizên xwe, cil u bergên xwe li ser hev danîn
Û li agirê wan nihêrîn
Her yekî du bombe, her bombayek li aliyekî navtengan
Bi xwe ve giredan û dîsan li hev nihêrîn
Wext hatibû; wext, wexta çûyinê bû
Ba bû
Seqema serê sibê bû
Her der spî, her der gewher bû
Her der roni, her der muqedes bû
Jiyana xort, rojên bihûrî bi bîra wi hatibû...
Zaroktî, mala mezin, koþka jor
Kuçe û kolanen teng, bîrên kûr
Bax u rez, av û çem, gund û zozan
Tirî û hejîrên bav û kalan
Keskesora barana biharan
Dengê kahr û berxan.
Govend bû
Ji rojên bihûrî govend bi bîrê hatibû
Dawet û dîlan li dar bû
Dinya mîna mehfûreke rengîn a kurdî xweþ
Mîna destaneke kevnar geþ bû
Ew li serê gowendê bû
Coþ li ser dil ken li ser rû
Ew govendkêþê dîlanê bû
Xwendin û dibistan dîsan xwendin û dibistan
Salên unîwersîtê
Ev hemû, ev hemû niha li bîra wî bû
Bîr bûbû kevokek, bi firê ketibû
Dinya çiqas xweþ, çiqas bedew bû
Kirasê sipî çiqas li vê axa welatê kurdan hatibû
Bê çek, bê pûsat, bê kiras û bê veger
Li ber çavên wî leylana berfa spî
Li ser dilê wî gurmîna dengê þehîdan
Ma kî û kî li ser vê axê þehîd neketibû
Û axa rehmetê maç nekiribû...
Dinya çiqas xweþ, çixas bedew bû
Kirasê spî çiqas li vê axa welatê kurdan hatibû
Wî destê xwe bir ber eniya xwe û ji bo cara dawîn
Li dora xwe nihêrî
Li dûr, li dûr reþahiya eskeran...
Li dûr, li dûr teyrekî mezin î spî li firê bû
Bi baskên spî, ji aliyên çiyan ber bi geliyan
Li þahidiya wê roja nû bû
Baskên wî vekirî, çeperast, teyr bi ageh li firê bû
Ma jiyan ne mîna fira vî teyrî bû?
Ma jiyan ne fireke kurt û xweþ li dinyayeke kambax bû?
Bîr dîsan li firê bû, hemû jiyan li bîrê
Mal û malbat, xwîþk û bira
Ap û birazî, xal û xwarzê
Yek bi yek niha li ber çavên wî bû
Diya pîr a porspî li wir, li kêleka wî bû
Ma wî her û her ji diya pîr a porspî re weha negotibû;
"Dayê ez bi qurbanê
Ez berxê te, çavreþê bavê xwe me
Îro jiyan e, sibe mirin e, mirin li ser serê me hemûyan e
Lê lê dayê...
Eger te rojek xebera mirinê bihîst
Tu bizanibe; min rûye xwe reþ nekiriye
Berxê te, çavreþê we, Reþoye bavo þehîde welatê me ye..."
Ba, azman, erd, stêrk, roj, ewr, baran, derd, gul,
dawet, evîn, dayik, zarok, ken, girî, heval, rext, stran,
xew, tarî, bihar, av, çiya, gelî, çem, hêjîr, berû, çav,
dev, por, evîn, dayik, xwîþk, bira, gund, heval, zozan, dinya, evîn, hêvî,
dinya, evîn, dayik, hêvî, dinya, hêvî, evîn... ...... ............... ...........
(Mehmed Uzun, Destana Egîdekî)
|