ZEMBÎLFIROŽ;

Ey dil werin dîsan bi coþ,
Carek ji caran mey binûþ,
Bikin qiseta Zembîlfiroþ,
Da seh bikin hikayetê.

Zembîlfiroþ lawkê rewal bû,
Bi kilfet û ehl û eyal bû,
Husnekî Ûsif li bal bû,
Heq rizaqê qismetê.

Qewîn ew lawê feqîr bû,
Dayme xwedê debîr bû,
Pêþê xweda jêr bû,
Ew bi dest hemû sene'ete.

Þixulê wî selik û tebeq bû,
Qîmeta selikan wereq bû,
Dayma ew rast heq bû,
Pê debirî kilfetê.

Ew bi dest Zembîl bi dest,
Dibirê bazarê bi qesd,
Xwarin nan dihat bi dest,
Razî dibû qismetê.

Her dema selkan ku tîne,
Xatûnek jorda dibîne,
Bi dil û can dihebîne,
Dil kete pêla muhbetê.

Muhbetê keç mubtela kir,
Sur li carîya aþkera kir,
Lawikî qelbim cuda kir,
Min ji eþqa xew ne tê.

Law rast bû bi xwedêra,
Pir ji wê qenca dikêra,
Go min ji te navê tu zêra,
Tu min xilaskî ji zehmetê.

Xatûn dibê ev xeber tunîne,
Þerm meke, were nav nivîne,
Min bi te day evîne,
Da em bibînin hesmetê.

Taw dibê tirsim ji xebere,
Dev hereme, têne riyare,
Agirek bi wan da dibare,
Narî cama þerbetê.

Xatûn dibê tu lawê beyanî,
Lew dibem da tu bizanî,
Min tu ji bo dilê xwe anî,
Da em bikin misilhetê.

Law bi xatûnêra debetê,
Tu mixaziya dil devete,
Daym ji heq nekin vehetê,
Rû spiyin di axretê.

Xatûn dibêje bavêj xeyalan,
Were ser doþek û palan,
Bihn ke zulf û xalan,
Law dibe zilfê herîre.

Pîroz be lawê mîre,
Çi hede lawê feqîre,
Tev bide vê misilhetê,
.....

Xatûn dibe lawê verêvan.
Were nav reyhan û sêvan,
Tu þekir bimêj bi herdu lêvan,
Þibhe cama þerbetê.

Law bide tu qenca temamî,
Her wekî þekir di camê,
Bi ser û p'eyan tu li min heramî,
Tirsim ji roja axretê.
 

             (Melayê Bateyî)