DÎLBER
Ey Dîlbera gerden zerî,
Way nazika dêm qemerî,
Qamet ji mûma fenerî,
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera gerden letîf,
Way nazika qamet elîf,
Qamet ji reyhana xefîf,
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera gerden zuzac,
Way nazika mislî zuzac,
Qamet ji reyhana qirac,
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera qamet misal,
Way nazika dilî hejar,
Te ji xandinê kirim betal,
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlberê, way Dîlberê,
Firyad ji destê keserê,
Avik ji ava Kewserê,
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera gerden zirav,
Dêm þûþeye, tijî gulav,
Ey duxtera bejna zirav,
Wêran ezim, malim xirab.
Çavan ku hiltînî bi meste,
Ew çend ya misrî bi deste,
Li kuþtina min te bi qeste,
Wêran ezim, malim xirab.
Tu bi qesta min dikujî,
Tu bi k'ifra di nosojî,
Gelek sotim kirim rijî,
Wêran ezim, malim xirab.
Gelek sotim, kirim kþibab,
Kirye bi min, sed reng xirab,
Ya leytenî kunrû turab,
Wêran ezim, malim xirab.
Ya leytenî kunrû ve xar,
Wey nazika min te ji dûr,
Bêhiþ kirim zilfê di hûr,
Wêran ezim, malim xirab.
Bêhiþ kirim zulfê du reþ,
Biskê siyah, bîhnê di xweþ,
Ey duxterê, çapik bi meþ,
Wêran ezim, malim xirab.
Bêk'êf kirim zilfê du reþ,
Biskê siyah, zilfêd qemer,
Eþq û muhbeta min li ser,
Wêran ezim, malim xirab.
Sotim, biraþtim bê hesab,
Lê pirsî bo kirme k'ebab,
Kirye bi min sed reng ezab,
Wêran ezim, malim xirab.
Sibhan ji þahê bi tenê,
Xalik li xala gerdenê,
Ez dîn kirim berdam dinê,
Wêran ezim, malim xirab.
Eþqa mezac peyda bûye,
Îro li min dijwar bûye,
Hîvî dikim heqîqiye,
Wêran ezim, malim xirab.
(Feqê Teyran, Tarîxa Edebîyata Kurdî)
|