TÊT 
            				
Dilê mehzûn kefaret bêt ke êm þeb taze mihman têt
Be mizgînî beþaret bit ke mîhman canê canan têt
            
Ke mîhman canê canane le ser cavê me mihmane
Be mala cumleê xane ke þahê cumleê xan têt
            
Were ey þahidê þêrîn ji eþqa te dil êxsîrin
Be can menzilgehê mîrin telebkarî ke sultan têt
            
Telebkarin dil araîm medîm yarin bû yî þaîm
Le bejna 'er'erin daîm sîyeh mar lê be colan têt
            
Sîyeh maran kire seyran le cotê þubhetê cîran
Ku xas û 'am bibûn heyran le cîran 'enber efþan têt
            
Du zulfên 'enber efþan in du le'lên þekeristanin
'Eqîq û durr û mercan in le hewzan abê heywan têt
            
'Ecêb bir ke mirarî tê le sedde qewsê tarî tê
Sîyeh pencên xumarî tê ji mexmûran du eslan têt
            
Ji mexmûran tu mexmûrî be cî hiþt 'eqreba jûrî
Tewafa beytê me'murî le burcan xûn be sîran têt
            
'Eqarib hat û bê hed hat le wê burca zeberced hat
Vebala qewsê eswed hat le tilbey mahî taban têt
            
Le heyva kewçêrîn kamil ve ehlan ra nehiþtin dil
Û cumle da sefên sunbul le hinda vê gulîstan têt
            
Gulîstana Xuda riste le çar etraf dilan xuste
Binefþ û nêrgiza mest e cinisrê le'l û reyhan têt
            
Reyahîn sosin û werdin le Þêx Elîyê xerîb ferd in
Weristê ehmer û zerdin herû sed car bi efxan têt
            
Ji efxanan nemayim têr du'agoyê te ez bê vir
Bebête þer du esleh dîr 'heta vî qasidî can têt
            
Bebîne rû þemalînê were hindavî balînê
Ji dest ahan û nalînê çe reng feryad ji esman têt
            
Be feryad û be hewar e ji dest ahan min ew kare
Me lazim bendeê jar e ji seyyidî çe ferman têt
            
Seyyidî heq nezer vêra di îqlîman ilim gêra
Qitara gewheran vêra ji nêv kana bedexþan têt
            
            (Elî Herîrî)