AFERÎN BO TE ÎÞweyek da me seher wê periya horî siriÞt Þefeqê berq û cemalê dil û can suht û periÞt (beriÞt) Me nizanî ku melek yane beÞer yane çi bû (ya perî bû) Yedê beyda wekî Mûsayê li qetlê vedimiÞt Ke’betullaha cemalê me dikir çîne tewaf Xeyberî hatine min xal û xet çember û qiÞt Ilmê esma me jiber kir di debistanê sifat Talibê Zatê me, lew min Þemirand baxê BihiÞt Ademê kamil ezim, bûyî me mescûdê melek Muddeî ger nebitin secde bi min ha serê xiÞt Xaniya dê hebitin bê huneran laf û guzaf Aferîn ber te! Ku ev Þîwe ji bo kes te nehiÞt (Ehmedê Xanî) |
DILÊ ÞEYDA Disan dilê Þeyda ji nû, da îxtîyar perwazî kir Seydek dîye ber daye dû, meyl û fira Þehbazî kir Meyla wî mehza hîkmet e, Þeyda wî enqa Þîret e Teyrê wî bala hîmmet e, lewra teleb efrazî kir Enqa bi dest kes nakevit, damek divê ew dakevit Nabit ku xafil rakevit, yê qesdê seyda bazî kir Þeyyadiya min bû ebes, daîm li min teng bû qefes Rahet benûm ez yek nefes, min lew bi efxan sazî kir Saz û semaya suhbetê, govend û çerxa de’wetê Fikrîme Þekl û qametê, bîr têne mi-b awazî kir Þeklê mecazî çendek e, Þeyda heqîqî werdek e Teyxûnê qeyda lê veke behrê, me ber endazî kir Zincîr dibe teyxûn bitin, cendek li pêsber xûn bitin Þunqar ne dê mecnûn bitin, uskûf ji çavan bazî kir Þunqarê çav teyxûnê dil, berdane dû çavên bi kil Xanî! Ewan gêra xecil, lewra mecaz axazî kir (Ehmedê Xanî) |
ENQAYÊ BEQA Beydayê fena gerçi benim rehguzerimdir Enqayê beqa hîmmetê hemrahê perimdir Wehm eylemezem sehmê bela,qewsê felekden Atilsa, çu destimde tewekkul sîperimdir Ben baxê Cîhan içre eceb nexlê belayem BaÞimda bela berg û meÞeqqet semerimdir Saqî bana îmdadi kilip, fatihê bab ol Meyxane terîqimde kim evvel seferimdir. Ben aÞiqê dîdarê ne hacet xemê diwar Cennet dexi ber perde ê qet’ê nezerimdir Perwane ê perr soxîte ê Þem’ê qedîmim Nîranê cehennem Þererê bal û perrimdir Alam û cefasîle xweÞim ben rehê îÞkin Xanî! Bana bu yolde, qedem çeÞmê serimdir (Ehmedê Xanî) |
EY DIL |
EY DILA SAQÎYÊ MEHWEÞ Ey dila ger te divêten bibî daîm mesrûr Di terebxaneyê dunya wexwe ava engûr Perdeyê xefletê xewxayê cîhanê bidirîn Ji meqamî kî behîÞtî ji sedayê Tenibûr Zemzema zemzemeya rahê Huseynî ji Hicaz Vexwenit, Ke’be yê dil, ta bite beytîl me’mûr Perdeyê zulmetê eÞxalê cihanê bi dirrîn Ji netergahê cemalê Tu hîcabê bike dûr Menzerê dîde ê canê Te munewwer nebitin Nexlê ''Mazaxe'' ne kêsî Tu ji xal û xetê hûr Gunehan ger nebûwa lezzet û zewqek haÞa! Faîlê ism ne dibû, tarik û taîb me’cûr. Mey û me’Þûq û hewesbazîyê dunyayê zuhûr Ne bûwana, ne dibû îsmekî Allah ê xefûr Min guneh tê bi gunahan ku di nêv baxê cîhan Semerî xweÞtir ewin, bûn bi heramî meÞihûr Hinkî dewrê felekê saxirê meh dewrî diket Meh û salan digirit herwe ji (umrê) emrê me qusûr Rabe ey saqiyê mehwes tu ji rexma felekê Bide min badeî le’lî Tu ji cama fexîfûr Þêxê cam er nefesî hemdemî dil ket bi mirad Li miradê dilê murde dibîtin keÞfê qubûr Ya’nî ew xane ê gil nabite qabil qet’a Ne bi çeÞmê dilê nazir,ne bi rûyê menzûr ÎÞqî bazî du terîqe,çi heqîqet çi mecaz Þem’ê can dê bi qejîtin,çi bi nar û çi bi nûr Þebê zulumatê bi îmkanê dibit subhî numa Afîtabê Ehedîyyet ji feleq tête zuhûr Ser û mal û dilû canê me fidayê Te bitin Bike qelbê me tu saqî ji Þeraba xwe tehûr Da bikem keÞfê meqamatê ulûwwê derecat Ya bikem keÞfê keramatê ji dara mensûr (Ehmedê Xanî) |
HER DINALIM |