CIWAN 
 
Min digot: 
Nebêjin, na nebêjin! 
Vê reþgirêdanê ji nû ve 
bi ser newqa qonaxê de nerêjin. . Dil bi pizota oxirê,
na hey zalim!
de bila çûkên li ser kaja kenê te
bi gurîna xatirxwestinê nepêjin. . . Min digot: Henasa þevbuhêrkan hogirî dûmana lêvên te dibû, lavlava þermezariyê hildiperikî keviyên kovana te, velerzîna bazbendan di siverêyên xewna te de diqurifî, em li ber asîtanka bisaftina te
berzûrî rûperî û dîlberan dibûn, û di taristana berfreh û navdar a çavê te de,
û di goristana brîndar a navê te de,
di daristana lez-gavên te de,
di aheng û saz û awaz
û di çêregeha rondikên te yên derengmayî de me bêdengiya xwe,
me agir û pêtî û diltengiya xwe
bi ser êvara dilê te direþandin û em diqîriyan: Ji bo çi ey xweda? Mane ji ber xwe ve dê ORGA gunehkar
di dilkê dil de biteqiya! Mane ji ber xwe ve dê di pirtûka rojan de
û di kezeba gulan de mirina çavreþan binimiya?! Mane ji ber xwe ve dê dar bê bager, dê þev bê huner, dê pencere xemgîn, dê sirûd reþbîn û bê zingîn bimînin, dê ciwanekî bi tenha , bengîn û þeyda, bi ser qeþmeriya axa sar de bigiriya?! Min digot: De rabe hey zalim
dev ji laqirdiya mirinê berde! De rabe! nebûna te ji boyî harmoniya talanê kul û derd e! De rabe!
da ko hezar stiran di þeva Qamiþlokê de
bi hev re ji dayik bibin! De rabe da ko þûna helbestê di hiþê tirsê de, di damarên pirsê de bimîne Da ko HELEBA kevnar rondikên te
di gupîtka gizingê de hilîne. . . De rabe da ko bîranînên te ji me re nebin sêdar! De rabe daku tiliyên te
xwe li gerdena xatirxwestinê nealînin, nebin koremar! De rabe goristan sar e,
dengbêj civiyane, sibehe bê te nabe. Bîna qehwê gerek bi ser biþirîna te de dabe, Min digot, nebêjin, na nebêjin: Ma rast e ko anuha
bi tenha xwe dimîne,
bêyî me , bê ORG, bê tûtin,
bê xewn û bê lîska bi zarokên Taxa Xerbî re!!? Ma rast e em hew rûniþtina wî,
destþûþtina wî, biraþtina wî, dibînin ?! Em hew hêsrên germ, ji çavên wî,
bi ser hinarkên þevê de diherikînin ? Ma rast e ko ew tilî dê bê bizav, ko lêvên xweþik dê bê xunav, ko çavên bê xew dê bê sîtav, ko êþ û newa û kew dê bê sîrav bimînin?. Ma rast e ey hawar!
Ko em dê kulîlkan
ji xweliya serê çiyan daweþînin û li ber serê sazbendan,
bi navê koçer û revendan biçînin!!? Ma rast e ko derza dilê me
dê li van dûrewaran bi mirina te jî biderize, ko giyanê me dê di nav zixtên kêra kêla te de
wek çûkekî birîndar bilerize!!? Min digot: Ji kuç û kolanên dudil re,
ji paytextên bêzarî û ji miþextiya gawir re, ji barana destê sibê re, ji roka ber êvarê re, ji keskesora çavê miriyan re , ji stêrkên westyayî
yên esmanê havîna werz û bîstanan re, ji xirecira xwêdana sermest
ya govendgerînan re, ji serkêþ û dastana birînan re, ji toza dilnerm
a li ser zuha-biskojên nisrîn û gulçînan re bibêjin! Na Ciwan na! Destê xwe ji destê me nerevîn, zêr tiliyên xwe ji gerdeniya ORGê berned! Bi awirên xwe yên mehreban
jena ko di dil de maye nesotîn! Ji nû ve xwedanê þîniya giranbuha
di tengerêyên xwîna þikestî de nelivîn! Ronahiya me bi tenhatiya gorê ned! De rabe teniko! De rabe xwesiko! De rabe jiyana ko ji ber axînan maye,
bi birîna koçkirinê, bi ser serê xewna me de neherifîn! De rabe bi hestên narîn, bi gulbarîn,
sirûda xatirxwestinê, di hiþê bêrîkirinê de biteqîn! Min digot: Ma we tiliyên wî bi kesera me hine kirine? Ma we gulava bîranînan, "Narînê hey Narîn " "Tolikvanê Meyro " Bi ser canê wî de dakirine? Ma we gulek berbero xistiye bin serê wî? Ma we ber bi þîniya çiyê de vekiriye berê wî? Ma tem û awran, nermebarana fedyokî, li ser serê wî dilîlandin?. Ma kevokên bejî, û hechecîkên me jî,
xwe bi ser darbestê de diçemandin?. Ma we tembiya wî li kulîlkên buharê kiriye?. Ma we lepên þevê ji ber devê goristanê rakiriye? Ma we hêsrên me xerîb û sêwiyan
li tevlî hawarên xwe kirine? Ma we jê re gotiye: Ko mirina te Ciwano jibo me herroj mirine?
(Ehmed Huseynî, Bazbend Kewname)
DASTANAN ÞÊX EHMEDÊ HUSEYNÎ 

I 

Wê êvara ji beybûna lêvên axê, 
di pêçeka velerzîna tawanbar de,
di hêlana hesretê de,
lorînên çolistanê ji ber dikirin
û temenê xwe yê ji çel û sê sirûdan
li ber zingezinga lingên babelîskan radixist.
Ewrên mê
Þinî û sergerdan,
dûya cigereya
Þevê
ber bi henasa gulhinarên çarenûsa wî ve,
pêl bi pêl, dihat
û zîvê vebêjiyê bi ser xêzên rûre
Þ de diherikî.

Peykerên ji tem û morana xatirxwestinê,
di bîbikên mest ên tavsorkê de bilind dikirin.

Bajarê xwe yê ji tûyên
Þermende,
pîrevokên ji bîhokan
û darên xwe yên ji kirîstala diltengiyê,
xwîna hirmî û hejîrên xwe,
serpêhatiyên nîvçe
û çîrokên
Þkestî yên bêzariya evîndarên xwe,
wek rengên tûj û serberdayî
yên xeftanê dayika xwe,
radipêçandin,
û di terkên zêrîn
ên tawanbariya kewên temenê xwe de, vedi
Þartin.
Li teni
Þt Þevbuhêrkên dastanbêjan
babelîskên qayî
ÞÞana xwe berhev dikirin,
li ser tixûbên bê alî yên ferhenga westanê,
amancên xwe bi dar vedikirin,
li nik asîtana dilsoj a bêbextiyê
li xwe mikur dihat
û wêneyên xwe,
yên gerikî,
di ayîneyên tozê de dixwendin.
Avên mirinê,
yên dûrbîn û ronak,
bi jena dilan didîtin
lê ji çerxê bawer nedikir.
Destên goristanê,
yên pîrozmend û narîn,
bi guhan dibihîstin,
lê rûyên sedreng ên giryanê nas nedikirin.
Dilovaniya kêlan
bi ser ebrûyên peyvê de dirijiya
lê hestên xwe ji xwe nedikirin.
Aferîn ey aferîndeyê azara awazamêz! Aferîn ey ahoya hoyên asan yên serîhildana tûtinê! Aferîn sed aferîn
Þêxê gulan aferîn!
Li cihekî ji van cihên asê
yên keleha hi
Þê xwe,
li
ÞûnÞopa darbiÞkêvên nalînê
û li pirtûkên dadmendiyê digeriya.

Kuçeyên bizdayî yên stiranê
û îstgehên birîna xwe
bi hesteyê dîroka tozê vêdixistin
û li ser keviya tûj û giyankuj
a darêjgeha evîna xwe,
pêrgî gulistana rûyê tobedar ê
Þêxê Senan dihat: - Ew dilê reben çima wisa di nav destê te de dilerize Þêxê gulan? - Daspartina "Sîpanê Xelatê" ye,
ez dê mîna serpêhatiyeke kesk,
bi rimbazên "Atînayê" re,
ber bi dargerînka zimanê "Hîrodots" ve bihinêrim.
Ez dê tembînameya kulîlkan ji boyî hejariya "Diyojînos" ragihînim. - Zimanê xwe ji lîlava dîrokê dawerivîne
û keskesora xewna xwe
di gizingê de
hînî himbêzkirina jiyanê bike
Þêxê gulan! - Jiyan newêrek e kurê min,
xwe nêzî rivîna gotinan
û derbirîna gazinan
û sermestiya welatan nake.
Eger berê xwe nedim Ermenistanê,
dê rasteqînî ji xewa giran a Stokholmê hi
Þyar nebe,
dê mîrê evînê,
di xelwetgiriya xwe de,
li bin guhê gumanê nekeve
û dê keziyên "Selma"yê bi çavlirêmanê nehûne.
Dê serdema pêxwas û bazirgan û sextekaran
li xwîna te mikur neyê!
Av, ba, agir
û tîniya axê
û hespên taristanê.
Qirçîna parsûyên tarawgehê
û sergomiya di bixûr
û di xwelîrengiya esmanên tenhatiyê de. Li vir,
li kurtepista wêneyan guhdarî dikir
û di bêt û nêta berbeyaniyê de
diqurmiçî, diqermiçî.

Destnivîsên mi
Þext û evînbazan
ji giraniya sîbera demê dadiwe
Þandin
û bîna binçengê jinan
ji pi
Þkên êvara xwe re dinasand. Zemawendên dapîra te diherifin
û mizgeftên hebûna te nayên zeft kirin. Serê dastanê
bi gulava gulan di
ÞûÞt
û berzûrî gulvedana kenê dayika xwe dibû.
Çûkên kêfê ji sînga wî difiriyan
û mewîjên xalê wî
li pey heyva sînoran digiriyan.
Guliyên gawirane yên sirûdê
bi hineya seferê dinimandin
û ber bi dastanbêjan ve sernisîv dibû: - Tizbiya te ji karbanên bendemanê ye? - Nexêr, ez ne karban im,
keskahiya sistegavên zimanê te
û govendgerê agirvedana giyanê te me! - Lê "Ermenistan" di kela kîla dilê min de
gazî karbanên helbesta te dike. - Ez avbest im,
spîndara gewriya "Biyazîd" im
û nimêjgeha dengvedana "Nîsanî"
û zingîna bendên wiryayî yên bazbenda "Nalî"yê bengîn im!
Gulgenimên temenê wî
zer dibûn û li ber tava regezperest
a dastanê diseridîn.
Tavên wî ji rûyê wî diketin
û tevna zimanê wî
rakêsana kêferatê ha
Þ dikir. Li vir dimînim.
Li vir,
wek ko cara pê
Þîn dê mirin ji dayik bibe,
dimirim.
Li vir dilê xwe pêskê
Þî mijê
û kulên xwe radestî bûkên xemsar ên deryayê dikim.

Her li vir,
di darbesta dilê xwe de,
pendên "Odîsyos"ê sergerdan werdigirim
û li ser eniya "Trawda"yê dîlana agirperestan li dar dixim
û berî ko bibim keleka demê,
dimirim.
Berê
Þewata xwe
dida kontara çiyayên ji serhi
Þkiya kewan
û ji po
Þmaniya keÞtiyên pêxemberên gîha û çirayên Þîn.
Bi hevîrê tirsê dilîst
û bi qulingan re dipeyivî.
Çel û sê salên kovandar,
bi herikîna zivir a demê,
dixurandin,
û riha xwe ji ber devê riya bagerê dida alî.

Zaroktiya çiyan
di çermê wî de fêrî çarpiyan dibû
û
Þkeftên kûvî
ber bi gurmîna viyana wî ve dihatin. Stiriyên hawarê di xewna wî de dadiçikiyan
û nasnameya xwe ya hovane
dida ber zixtên nermebaranê: - Tu ji bo çi
rûperiyên ê
Þ û "Zîn"ên giryanê hildibijêrî Þêxê gulan?
Dipirsî
û xwe dispart zimanê gulwaza gerdeniya "Cûdî"yê dilovan. - Li vir roavahî
Þehîda dîrokê ye
û di lajewerdiya tîr û ter a sawê de
hismendiya peyvê radipere.
Min nedixwest baskên rojê
di xwîna min de hîmên evînê damezirînin,
lê sirûda dengê min
û xo
Þxwanên pêlên bêdengiya min
û salên pîremêriya demsalan,
di rehên vî çiyayî de dihêwirin û ge
Þ dibin! - Û berbiskên dastana te
yên ji erxwana cengê,
yên ji pêdarî û bîntengiyê,
yên ji cegerdarî û halanê,
Þêxê gulan? - Tu tist ji peyvê erzantir nîn e.
ji xwe bipirse,
ji xwelîdanka temenê xwe
û ji dengvedana bêcir a
Þehîdên doza Þahberûyan.
Ji nivîskarên "ji ni
Þkê ve!!" yên "Stokholm"a paytext.
Di pirtûka veçiryayî de
li taxa jorîn a hi
Þê xwe digeriya.
Li bîra gund û li werîsê jiyanê û li çirika çîrokên qedexe.
Li kadîna razên xwe û li pîrozbahiya maça xwe ya pê
Þîn.
Kunciyên bejî
ji ser pîtanokên nîveroja Botanê dimalandin
û sarezayiya çêjwergirtinê
di memikên "Amed"a nexwes de nas dikir.

Li pey rewrewkê
ber bi efsaneya rewrewkê ve diçû.
Rondikên hetavê li çolistanê dire
Þandin
û "Toros"ê hêmin di wêrekiya maçê de ber bi xwêdana xwe ve radiki
Þand.
Bi tena serê xwe
û bi stêrkên dilê xwe dihat
û li ber desthilatiya bîranînên xwe radiwestiya..
Rûyekî ji kevir,
navekî ji kevir,
warekî ji kevir,
baraneke ji kevir û Amûdeke ji kevir.
Dipeyivî û nedipeyivî.
Dima û nedima.
Dimir û nedimir.
Dipa û nedipa.
Didît û nedidî.
Dibû û nedibû. Dibû dû,
dibû ardû,
dibû berbû
û hechecîka seferê jî dida dû.
Çel û sê salên wî bi çargavkî dihatin
û di gerdeniya "Çarçira"yê de wenda dibûn.
Bi
Þaftina "Qazî Mihemed"ê matmayî,
matmayîna wî dorpêç dikir.
Ji destê bîrtûjiya xwe direviya,
xwe davêt himbêza dayika xwe
û li rêzên rêzdar ên cendekên ronahiyê dizîvirî.
"Keyqobad"ê vewestanê
toza "Nînewa"yê bi xwe re dianî
û xwe
Þmêrên "Soparto"yê govenda dawî
li ser zikê "Çaldîran"ê li dar dixistin. Pinpinîkên keftelefta "Berzanî" diwestiyan
û li giriyê zersoninên "Pîran"ê dipirsîn. Bes e! Re
Þgirêdana te payedariya gerdûn reÞ dike. Bes e! Tovê gumana te nalîna pirsê geÞ dike! Bes !. Zeviyê bîra te ewrên bîrê dabeÞ dike.
Cih cihê min e,
ji balendeyan re digot.
Dudiliya min gergerînek e,
lê go
Þiyên peyvê û rûpelên qonaxê ji dayik dibin,
ji salên xwe re digot. - Çiyan bi alên xwe yên spî daketiye
û tu jî bi giyanên mirî û bi
Þengebiyên talanê, dadikevî? - Ez xwîna nûrijyayî ya neviyên xwe bi xwînê dipesinînim. - Xwîna xwe ji nimêja eÞqê biparêze? - Ez li vir im da ko jiyanê bikujim. - Lê çima tu di nihalên gizingê de nehwirînê bi kar tînî? - PiÞtevanê rezên qîrîna xwe me. - Û Þêxê çarenûsa dilberan? - Li wir, li pey sîberên hovane yên demê,
li pêjna bare
Þa giranbuha digere.
ÞÊXÊ SENAN: Were
xwe nêzî teqîna dilê min bike,
neynûkên
Þeva xwe ya aziryayî
di mista min de bihêle û asoyên vedîtina xwe
di esmanê nostaljya min de berfirehtir bike.
Çel û sê salên xwe bi hi
Þê min ve baÞ bidrû
û deryaçeya axîna xwe
di bêdengiya xatirxwestinê de bilorîne.
Sergêjahiya xwe
hînî gezoyê bike û
Þîrikê zimanê xwe bi bilindgoyan biparzinîne.
Arezû min diê
Þînin û nefelên li xwemikurhatinê
di xewna min de ber didin: "Kovanên mihirdaran Bê hed û bê ijmar in Tîr tên ji hesaran Sed car û sed hezaran Xedengên di nûbaran Nihên li dil dibarin"
ÞÊX EHMEDÊ HUSEYNÎ: Li bin siya darê,
dara hinarê,
diya xwe tûre dikir û
çirûskên Kurdistanê
bi ser metirsiya wê de dipijiqandin.
Diya ku bi te
Þiya xwe
goreyên qederê dirist û bi dilbijandin
li ponijandina bavê wî dinêrî.
Hêveron vedixwar
û cihê xwe di goristanê de agadar dikir.
Bilaçemkên surdariya wê
li bin guhê kovna jiyanê diketin
û bindeqên bi
Þirîna wê diÞikandin.
Çavên wê dixwestin ti
Þtekî
û rondikên sincirî dixwestin ti
Þtekî dîtir bibêjin: Tîrêja awira dilber Wek rima destê rimbaz e Bi naz û sema û leÞker tête xwînê Þubhê baz e Min digotê ey gulîzer Dil mirina xwe dixwaze
ÞÊXÊ SENAN: Rêçên Erministanê
di sêdarên bêrîkirinê de dest bi xweku
Þtinê dikin.
Ez dê di navbera mirin û jiyanê de
darên xwe av bidim
û lêvên qerisî yên yara xwe bi
Þînahiyê bixemilînim.
Ez dê gurîna sirûdê
radestî guliyên dadayî yên sersomiya te bikim
û ez dê razên evîn û dînbûna xwe
li ser keviyên awirvedana "Mezopotamya"yê raxînim.
Di wê kêlîka beravêtî de,
dê firi
Þteyên dîrokê xwe ragihînin axînkêÞana te
û dê giyanê te li ser devê kêrê bireqise.
ÞÊX EHMEDÊ HUSEYNÎ: Ez dê co û bercoyên temenê xwe
di ariyê de raperînim
û pêlên ji kefa demê di zimanê xwe de perwerde bikim.
Ez dê sûlavên hedana xwe,
di pêçeka xweri
Þtê de rût bikim
û kendavên la
Þê wê ber bi berçavka tenhatiyê ve rakiÞînim.
Hingûr bi hingûr,
nîr bi nîr,
çîmen bi çîmen,
perjan bi perjan,
sawîr bi sawîr,
rojgar bi rojgar,
ez dê
Þekirên zimanê te bixwînim
û hespê xwe bi zîn û rikêb û lixêvên
Þevnemê rapêçim
û ber bi dilbijiya mûmdanka te ve bigindirim.

II Wê êvara ji beybûna lêvên axê,
sirûda
Þaneyên wî zuha dibû,
"Asxîlos" rêçên bêhûdeyiyê kedî dikirin
û go
Þtê keroÞka qederê dibiraÞt.
Esman diderizî,
barana zaroktiyê diliviya,
xwelî dibariya
û dengê dastanbêjan dihate birîn.
Þînîgirî di dergûÞa xwe de diqîriya
û dayika wî lîlandinên bayê bertavê ji bîr dikirin.
Goristaneke bênav bo xwe ava dikir
û bi kefenê birayê xwe digirt da ko evînê bi xwe re nebe.
Li îkoneya dîwêr tema
Þe dikir
û serê xwe li ser kevirên gorê datanî.
Mirî dihatin.
Birayê wî dihat.
Diya wî dihat.
Hevalên wî dihatin.
Xunav dihat û tizbiya bavê wî dihat, lê ”
Þêxê gulan" nedihat! "Asxîlos" nedihat! "Kafafîs" nedihat
û "Îsakayê" bêriya pêjna xweliyê dikir, li helbestan dipirsî. Li paytextan,
wek ko cara dawîn be, tema
Þe kir.
Dilê wî bi tinaziya wêneyên nivîskarên Stokholmê
Þewitî. Li wêneyên rasteqîne yên serdema Þêxê gulan geriya û got: Dibistan dibin"Qereqol!!" Þêxê gulan! Yadîgarî dibin çol Þêxê gulan! Mirov dibin sol Þêxê gulan! Pênûs dibin dahol Þêxê gulan! Evîna te jî dibe tol Þêxê gulan! Di heman êvarê de, gezgezoka temenê xwe
û di heman mirinê de, cegerdariya evînbazan
bo nîgarkirina nex
Þeya çiyayên Þîniyê hest kirin,
çel û sê goristanên westyayî ji sînga xwe berdan
û bi hêminî
pêçeka xwe pêça
û lorîna xwe lorand
û pênûsa xwe
Þkand
û di nav porê hevrê
Þimîn
ê "Birca Belek" de pêrgî dastana xwe ya rizyayî bû.

(Ehmed Huseynî, Nivîs hejmar 4)