BÊRIYA BOTAN

    (Ji giyanê Þêx Evdirehmanê Garisî re)

Kanî Derwêþ, ka Herekol, ka Kepir
Ka zozanên bavê-Têlî ka kê bir

Dibêjin ko Burca-Belek hilweþî
Text û bextê botiyan de ka geþî

Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû
Naxuyin qet xiþr û xemlên wê li kû

Ka Westanî ka Qesara ka kanî
Kanîn zozan, cihên bilind kebanî

Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng 
Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng

Basiret kû, meqþibendî, terîqet
Ka þêxên me, kanî rêzik þeriet

Kanî Seqlan, Seqnefis kû Nêrgizî
Gul û rihan zeriyane, tev rizî

Ka Azîzan, þêx û seyda û axa
Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava

Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî
Kanîn ew rim, ka huwêzî, þeþperî

Mîr Mihemê ê nêçîrvan kanî kû
Çeper li kû, kovî, hevor, nêrî kû

Ka gêra wî, Gera-Xanî, gejgering
Ka salên me, bekirbegî, xweþ devling

Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng
Kanî lolo, lê lê li kû, kanî deng

Kanîn çeper, betî li kû, ka celab
Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab

Bor-miriþkan tenik biye kete ba
Ez botî me diþtexilim her bi pa

Ka banê me, yê Azîzan, kanî war
Kepirê de ne kozik in, ne jî dar

Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim
Pa bi Xwedê wek nexweþ im û gêj im

Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr
Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr

Teter li kû, Axayê-Sor û ew reng
Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng

Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî
Tirþik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî

Kanî civat, fîl û setrenc, ka zindan
Ko tê de mir, þahê mexrib, Mîr-Alan

Dotmîr li kû, ka mîr Þeref, mîr Ezin
Kanî bavê sitiya Zîn, mîr Zengin

Beg û axa kanî tovrind, kanî dot
Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot

Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr
Ne rîsipî, ne kefxwê ye, ne kizîr

Ne Buhar e, ne Havîna mîr Þeref
Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf

Ne dêmir in, ne þahînet, ne hevþîn
Kanî mîr Þem, kanî Tacîn û Gurgîn

Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer
Sadon li kû, ew serekê þevînger

Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî
Ka li kû man ew gernasên nedîtî

Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp
Xencer û rim, kanî þûrên rast û çep

Pira Bafet belê ev e, kevane
Kevin bûne, ne tirîne, sorane

Ji delavê qitikan ve naye deng
Kew û kevok di þînê de ne man ceng

Þeylo bûne kaniyên me ka rejû
Maziyan de ne pel mane ne gezû

Kanî Xanî, Feqeh-Teyran û Mela
Ê Cizerî, ne jî Batê, kes nema

Þax li kû ma ka Berwarî, ka Dêrgul
Tu tiþt nema, wemirîne deng û gul

Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêliyan
Þûvî li ku, Welat-Kelhok û Goyan

Batûyan kû, Welat-Kilîs, Sipêrti
Ne Soran in, ne Mûsereþ, Silopî

Kiçan, Teyan, Dûdêran kû ka Mîran
Hacibêra, kanî Þernex, Garisan

Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî
Eruh li kû, ne Alîyan, Gergerî

Ji garisan ne koçer in, ne dêman
Kanî Zêwkî, Welat-Kêver, Ebasan

Dawûdiyan, Omerkan jî, ka Kheran
Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan

Kanî Xaltan, bira Zerdeþt, Hewherî
Þûrkêþên me, filehên me Hevêrkî

Ka þikefta mîr Miheme, ka perî
Kanî Dasnî, kanî keçên surperî

Kanî Þingar, ka xwalên me, yezîdî
Belav bûne, bê rêzik in bê serî

Dêra-Reben weke berê vala ye
Hejale jî diyar niye raza ye

Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj
Tîr û kevan, þûr û mirtal û destrêj

Ne eþîr in, ne bajarî, ne fileh
Burc û kelat, ne segman in, ne þergeh

Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen
Tarî her der, ne kulek in ne rojen

Di Tanzê de ne feqeh in ne mela
Medresa-sor xerabe ye ji nû va

Kela Ewrex her bi ba ye, kela kevn
Tê de îro pîrhevok in û çend tevn

Kanî Þêx im, Evdirehman garisî
Ew jî kuþtin sorgula me çilmisî

Herê lawo tev de çûne nînin nin
Destê me de ne hesp mane ne jî zîn

Kurdistanê tu abadin, her heyî
Îro, sibe û hergav jbî dê hebî

BILÛRA MIN Bilûra min a þîrîn tu di sariya sibehê û hingûra êvarê de hevalê bêhevalan, destbirayê þivan û dilketiyan î. Dengê te hêstirên dilên xemgîran, silava ji hev-veqetiyan, girîn û zarîna dilketiyan tîne bîra min. bilûra min tu î, xemrevîna terkeserên dinyayê! Dengê bilûra min, çiya û zozanên bilind, kaniyên bi gul û rihan dorgirtî, guhê þkeft û serê zinaran guhdarên te ne! û sira bayê xerbî te di nav pelên darê de digerîne. Bilûra min, were emê bi wî çiyayê bilind re bi hewa kevin, û bibin cîranê bayên xurt û hevalê kimtên wan yên bi mij û dûman, û tê de dengê xwe berdin, û zarîna dengê me bikeve nav kortal û geliyan û bêcaniya erdên jêrîn bihejîne; û pêlên ava heftreng ên xemzebaz nalîna me bigehîne deþta Sirûç û Diyarbekrê; û beriya mêrxasên Berazan; û kalîna berxan tev þehîna hespan li me vegerînin. Bilûra min, binêre û bibihîze! Roj çû ava, stêra êvarê bû geþ, kolosên çiyan ên gewr û hewraniyên wan ên sor û zêrîn bûne çûn; û pêlên ava þevê ên reþ ketine deþt û newalan heta rûyê gir û kepezan. Di qeraca de kevir piyê þevgera dixapînin û bêdengiya þevê de pêjna lingên mêrxasan tê. Bilûra min, dengê xwe berde! Dinya, mîna zarokekî berþîr, ket dergûþa xwe; Dengê xwe berde, bilûra min, û jê re bilorîne, xema wê birevîne! Bilûra min tu î. Xemrevîna terkeserên dinyayê; û li rohelatî dema ko dinya hiþyar dibe ji xew radibe ji me re strana azadî û serbestiya Kurdistanê binehwirîne, û dengê wê stranê, bila, mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn bikeve nav dil û guhên me. Bilûra min, Tu î xemrevîna dilketiyên welêt. (Celadet Elî Bedirxan)