COLANEWE
             
Du liqî du dargwêz
sûk sûk..
colaneyekyan be nobe
ra'ejenî.
Mindalekeyþ le naw kejawey xewêkî
rengawrenga pê ekenî.
Liqepîrekeyan witî:
Tu bawkî emit enasî?
Leqelawekan 
serî bîrcûnewekeyan bo rawþand.
Liqepîreke henase û axêkî qûlî helkêþa
Witî: Bawkî ew piyawe bû
par zistanê
a lêrewe
bo gundekeyan eçûwe
lew wexte da min le ber heresî befra
hawarim lê berz bûwe..
geyîþte lam, belam sed dax
hetakû minî derhêna
xoy req bûwe.
 
            (Þêrko Bêkes, Gulbijêrek ji Helbestên Þêrko Bêkes)


         
HAWDEM
            
Êwaret baþ ey {Furat}î
le þaxewe berêkewtû
henase siwar!
Ey daykî egrîcetarîy kulwane tem!
Ey piþtî destdemarawîy
Þîn û diyarî herdu kenar
Ey hawrêy þilejawî xwaruxîçrûy!
Demê tîj û
demê hêwaþ
*
Êwaret baþ
To nebî çon min em jengî bêzariye
ke saetî jînî girdûm lêm bêtewe?!
Hey tuy tenya lem melbende terîke da
bêm lat û gwêm lê bigrî û le baweþta
le naw cûlanewey þepîlî bêsirweta 
wek kurrî xot
dest be qijî bijma bênî
þipirzeyim rabijenî
Minîþ le serxo û bê çirpe
ax û daxî
þîirî xom it bo helrêjim
Le qûlayî û nisêy sinta 
girrey henasem binêjim
Tu nebî... çon min em jengî bêzariye
ke saetî jînî girtûm lêm bêtewe?!
Her tuy tenya lem bestêne xamûþe da
ey hawdeme þîrînekem
min dilim pêt bikrêtewe
*
Le ber demmay, çawim lêt e
Wek le ser la rakiþabî
Destêkit wa le jêr serta û
anîþkit xistote ser lim.
Þepolî nîgat pirþe pirþe
Tîþtêkî zerd edet le min.
Minîþ le sêberî kirr î
dar hencîrî gelapena
Ke hetawî tîn tîya nemaw
Be pêdizkê be lay da hel ezîne
înca wek serekatkê
le naw pencerey Çilana
naw be naw
der ekewê û der nakewê
Min le wê da be çwarmiþtî danîþtibûm û
xeyalîþim wirde wirde
wek xorî êste î nakûrit
piþko asa
le naw tu da nuqim ebê
*
Dûr le yaran
Dûr le welatî gul'umer
rojanî rengxolemêþim tê eperin
Pert pert wekû dûkelî ser
malanî dêy lay êwaran
Pestî wekû qewzeyekî
melasî linc
giyanî girtûm.
Azarêkî giran e..giran
Wek girincî bejnî reqeley darxurma
Dilniyayîm eroþênê û çîroy hestim zamdar eka!
Gelê xwênim
wekû masîy le'awkiraw
hêþta çawyan zeqeyan dê û
belam xinkaw!
Em rojane wekû jal e
Le naw zarî umrî min da
tamyan tal e.
Belam ey azîzanî dûr!
Ey hawele sîrînekan
Le her kwê hen 
Yadtan wekû sêberekem
le gelma ye...
Name û wêney rengawrengtan
le naw gîrfanî dilma ye
Xoþewîstî û tasey dîdarî winbûtan
dîwanî þî'irî tazem e û
le naw defterî naxma ye.
Þew baþ..þew baþ..!
Tu þewkêrînit
ey daykî namoyî û sefer.
ey hawrê
ey {Furat}î be naw tarîkîya raker
gerçî êstake temaþam
wekû melêkî balþikaw
nagate lat
ta mil helsiwê le jêr çene û
maçit bika
Belam hajet wekû dengî
mêjûy be sam
Wek dengdanewey derbendî
kipî le ber þewqî mangeþew da sersam
zulal.. zulal
egate lam.
            
Ey hawrêy qet nenustû!
Min xewim dê û
eçmewe lay malî çûl û
jorî tengay henasesard
Ta sibeynê lem aste da
be yektir î egeynewe
Ey hawdemî taq û tenya!
xerîbî min
Þewêkî þad.
            
            (Þêrko Bêkes, 1984, Gulbijêrek ji Helbestên Þêrko Bêkes)

JIYAN
             
Her kurt û mirt
wekû Sultan
þêrî baxçey (Babî alî)
ewîþ gerr bû
Nerey nûsa û
gwey tep kird û
mêjû xwardî
Her kut û mit
Wek (Firayzer)î Hindistan
Pilingekey jeneral î
dûrgey rêwî
Ewîþ gerr bû
Gerûy nûsa û gwêy tep kird û
mêjû xwardî
Le cêy ew Sultan û Jeneral
Le cêy ew þêr û pilinge
Ewey jiya
Ewey ejê
Gwêdirêjekey (Nalî)ye û
Ewî tir biznekey (Gandî)
 
            (Þêrko Bêkes, Gulbijêrek ji Helbestên Þêrko Bêkes)