CARÎCARNA
             
Carna xewn jî xweþ in
Bîranîn jî xweþ in carîcarna
Lê,
Ne beroþ bi xewnan dikele
Ne nan tê firotin bi bîranîna
Dîsa jî ev e,
Jiyan
Li ber me
Bê wî jî nabe
Bê yê din jî qet.
 
            (Rojen Barnas)


         
EM
             
Kî em çandin ku:
Biçinin
Çi îro
    Çi sibê...
Em:
Ne 
Di berîka dayika kesî de nok,
Ni jî
Di tesbiha bavê kesî de movik in.
Heta rizgariyê
Em, kansêra di dilê Romê
Û
Li serê rojhilata navîn
                      tomikin.
Dost,
Dijmin
Divê pê bizanin
Erê?
 
            (Rojen Barnas)


         
HEYV LI ESMANÊ DIYARBEKRÊ
             
   I
Helbest, 
Ne wisa hêsaye
Axîn divê
Oxîn divê
Ji kezebê
Xwîn divê hilkeve
Bifûre
       dûkel... dûkel...
Pel bi pel bibiþkife ji biþkojê
Pêjnên kovanjen
Pêjnên mefermend
Veniþin
Vegirin dinê seraser
Mîna tîrêjên rojê
Her wekî tirmehê de.
 
    II
Were besta min were
Bimilmile mîna ala li esman
Bipêlpile wekî pêlên li deryan!
De derbe lo
De derbe
Bixulxule
Biherike li berwar û geliyan
 
            (Rojen Barnas)

 
NIZANIM KENGÎ
             
Nizanim kengî
Wê têr pirtûkên min hebin gelo
Nizanim kengî
Dê bikarim têr û serêta xwe
Bixweynim, wan yek bi yek...
Biþêm bikirim pirtûkek
Bê fikara ji karwanê kulê
Ji cin û Xeyberiyan.
Nizanim
  nizanim
    nizanim
Nizanim gelo kengî?
 
Nizanim gelo kengî
Gava bi pirtûkek biþim malê
Navêje se çavê maliya min
Perpûta mirinê:
Û bi gazin nebêje:
  "Bes e...
     bes e...
Te êdî çi divê
Bi te nayê dizanim
Lê,
Bila gunhê te
Bi me bê!"
 
Û xilorîk gêr nebin ji karêzên çavan
Gava li ser pirtûkan
Nonûçeyan dibihîze ji radyoyê:
Nerehile ji tirsan
Tirkîn bi dilê wê nekeve
Û soba serþokê neyê bîrê
Bo þewatê
Ji bêgaviyê.
 
Nizanim kengî
Wê têr pirtûkên min hebin gelo
Emê têr û seretêra xwe bixweynin:
Bê fikare
Bê tirs.
Nizanim kengî
Nizanim kengî gelo?
 
            (Rojen Barnas, Heyv li esmanê Diyarbekirê)