MEHABAD
Þev birîndar in
bi guleyên
bêxewiya min
"tu razayî Mehabad"
Derya raza te ye
hevîrmêþên xewnan
wê diyar dike
xewn li dû xewnê
jan li dû janê
xewna peravan
Mehabad
ku nebûyî perav
ji evîna min re
were
bi min re helbestê
binivîs
"bila helbest me binivîse"
roj dirêj in
dem dineqiþîne
kirasê te
bi tayên ji xweliyê
û xençerên
serxwar
***
dîlana werîsan bû
di wan salên
ku tu bi sêdaran
dorpêç kiribûn
"dîlana xwînê bû ew"
***
penaha êþ û janan
min ji kolanên
çavên te
bîranînên xwe çinîn:
Zivistan bû
baranê rûyê zemînê
diþûþt
bêhna gulan belav dibû
"bîranînên te nehatin þûþtin"
***
Zivistan bû
berfê rengê firiþtan
didizî
û li ser sînga te
diweþand
hêsrên ewran
dibariyan
di bedena te de
dîroka gulan
þîn dihat
were
bi min re zivistanê
vexwe
ey stêrka
ku tenê bi laleyan
hatiye avdan.
***
Bihar bû
Çarçira bi nesrînan
vêdiket
bihar bû
Çarçira
xewna nesrînan bû
***
dîsa dîrok
rojan dicû
bi eynî durûtiyan
bi eynî qeþmeriyan
dîsa berbang
þûrên xedar
tûj dike
***
Siya dayikan
Mehabad
Siya bêxewiya min
hembêz ke
"Sî siyê hembêz dike"
***
hîn di piyala
rojan de
þev mane
were
bi min re
Þevê vexwe
bi min re
berbangê serxweþ bike
(Jana Seyda, Azadiya Welat hejmar:188)
|
XAKÎ KURDISTAN
Ji þeva dîn di her du çavên te de
Ji birînên kêfxweþ
Bi xençerên mêrkujan re
Ji kenekî sotî li ser her du
Lêvên te re
Ez bejnên gotinên xwe
Xwar dikim
Û di piyaleke mey de
Di êþa lazewerdê de
Û hêstrên dayikekê
Di hinavên te de
Bi te re digirîm
Xakî Kurdistan
Piyalê bi min re
Rake
Þoreþ bi þoreþ
Jê vexwe
Bila weke baraneke buharî
Meya dîrokê
Bibarîne
Va ye dengê Þêx Mahmûd
Ji dûr tê
Were ey derbendî baziyan
Derbendî xwînê
Derbendî hêviyên kor
Padîþahê Kurdistan im
Çendî min tovên evîna te
Diçandin
Û li ser pêþerojê
Diweþandin
Bila þevên penaberiyê bêjin
Hindistan ji te re bêje
Evîna te nayê çinîn
Binoþe derdan
Þev weke dayikeke bendewar
Ji gawiriya dîrokê
Guhdar dike
Va ye hespên Eyûbiyan
Li ser sînga te dibezin
Va ye þûrê Selaheddîn
Nexþeya Orþelîn diparêze
Hetînê ji zengarê diþo
Û ala Xwedê, wekheviyê
Li ba dike
Va ye general Goro li ser
Toza gora wî
Mizgînê dide:
"Rabe Selaheddîn, va ye
em hatin
di bin siya ala Xwedê de
tu mayî bê xwedî"
Mizgîn ji te re Selaheddîn
em hîn wekheviyê
ji cudatiya miletan
pars dikin
hîn Goro li ser toza
xewnên me
mizgîna hatina xwe
pîroz dike
Xakî Kurdistan þiyar be
bê xewî siya þevê ye
binoþe buharên dîn
û derdên bê derman
binoþe hemû þoreþên þkestî
di her du çavên te de
(Jana Seyda, Azadiya Welat hejmar:212)
|