DÎALOG 

"Bi sûnd bi peyman
ezê nehêlim kûç li ser kûç
kit jê nahêlim
ezê bajar bikim
dojeha li ser riwê erdê
da gawir vegerine
ser riya 'Ata' yê mezin
bere êdî Þirnex bêje
xwezî bi Dêrsim Geliyê Zîlan
xwezî bi Helepçe
De lêxin gurên boz lêxin
kit ji wan nehêlin
Bira zanibin
Cihê þûrê me lê bilind bibe
ti seri xwe ranakin
dixindirine newala
lêxin 'Aslanlar' lêxin
mizgîniya mirinê bighênine
Qulpê û xwiþkmakên wê
Bêjin vaye hat mirina zer
bere ev çiya û zinar
nasbikin ez kime
ezim "Sayar"im
neviyê 'Xanê' mazin
yê 'Ata' û yê 'lsmet'"

"Pesnê xwe nede
xezeba te ji tirsa nava te ye
Alem pesnê xwe bi mirovaniyê
dilovaniyê zanyariyê dide
tu bi þûr
min gelek dîtin bahozên zer
li vî erdi gelek nîv-mirov
di çav xwe de fêris
di nava xwe de newêrek û bêbext
derbas bûne
gelek hatine bablisokên zer
te basa xanê mezin
'Ata' û 'lsmet' kir
ew hatin û çûn
lê ez li vir im ez li vir im Li þernexê, Nisêbînê û Qulpê ez li vir im li ber diwarê birca Amed
ez livir im mîna sûrhê me li ser singa te
mîna direhê me di gewriya te de
di çavên te de bablîsoka ji agir im li vir im
mîna sûrhê me li ser singa te
birçî, tazî, bi der
serê xwe natewênim
sirûda welat dixwînim
kolanan dadigrim
bi rê ketiyê 'meþa azadiyê"
zindan min kiriye mala rûmetê
dibistana þorêþê
ez li vir im bûme dîwarê qalind li ser singa te
li vir im
nobedarê dara gwizê me
tiwa li hewþê
nobedarê tenûra dayika þêrin im ez
ez li vir im Hevîrtirþim di legena hevirê welat de
ez dipêjim nanê kurdayetiyê
asabên min ji cemed e kûrha Agirî
di dilê min de dojeha sor
dema ez tî dibim latê diguvêþim
ax nanê min e eger birçî bim
lê dîsa li vir im bar nakim her li vir im sûrha giran im li ser singa te
ez baz im û hêlîna min
Bagok û Herekol e
ez pêþmerge me Egîd im
dîwarê qalind im li ser bedena te
Bipirse ji Îskenderê Mezin
ewê bêje te çend dijware tîra min
ewê bêje te çîroka min
ev çiya carekê rabûne ku hew bitewin
ez li vir im
Sûrhim li ser singa te
li vir im û bang dikim birayên xwe
li piþta xetê
li baþûr li bareþ
were ba min
ka destê xwe
piþta te me "Sûrha Çîn"
bawer meke gotinên marê zer
"rih dibê bost, lê dijmin nabê dost"
Paþayâ Kor
Mirê Rewandiz
mîna Bedirxanê Botan
negotin , bakur û baþûr
dane ber xwe
ji Dêrsim heta bi Mûsil Gotin: 'Em in lawên Mezopotamya em in lawên Kurdistan em in lawên Kurdistan'


(Goran Haco)

 

 
GUND Û BAJARÊN ÇADIRÎ
Bere xeynî min bistrênin
bo aþtiyê bo dostaniyê Bere xeynî min bistrênin
bo biratiyê û piþtgiriyê
û kund dike waqe waq
di nava kavilên gundê min de
û dexl û rez digrîn ji bêrîkirinê
ji ber dengê stranên palan êdi nayê

Bere xeyni min bistrênin bo aþtiyê û li wê li piþt dîwarên ji têla direhî
di nava tariyê de
di nava seqema Zagros de
li gurên bêomediyê
gund û bajarên çadirî
bê hejmar sing kutane

bere xeyni min bistrênin
bo biratiyê û aþtiyê
û xwîþk û birayên min
dost û pismamên min
þîrmijên bi jiyanê þa nebûyî
dayikên dilþikestî
Bûkên nazdar
di mistewteniyên xemgîniyê,
tayê û êþa zirav de
rojê hezar carî dimrin

bere xeyni min bistrên bo aþtiyê
û hemwelatiyên min î ku bi nanê rûmetê û aza
mezin bûne
mane li benda comerdiya
demokratên Roavayê
bazirganên jehrê
mane li benda
comerdiya xanimên Ewropa
û piþta dayika min
bûye xerîta
þûna qamçiyên nevî çirçirkên contirkan
(Goran Haco)