AFERÎN BO TE   
 
ÎÞweyek da me seher wê periya horî siriÞt 
Þefeqê berq û cemalê dil û can suht û periÞt 
                                                                  (beriÞt) 

Me nizanî ku melek yane beÞer yane çi bû 
                                                      (ya perî bû) 
Yedê beyda wekî Mûsayê li qetlê vedimiÞt 

Ke’betullaha cemalê me dikir çîne tewaf 
Xeyberî hatine min xal û xet çember û qiÞt 

Ilmê esma me jiber kir di debistanê sifat 
Talibê Zatê me, lew min Þemirand baxê BihiÞt 

Ademê kamil ezim, bûyî me mescûdê melek 
Muddeî ger nebitin secde bi min ha serê xiÞt 

Xaniya dê hebitin bê huneran laf û guzaf 
Aferîn ber te! Ku ev Þîwe ji bo kes te nehiÞt 


  (Ehmedê Xanî)
(Berhevkirin: Abdurrahman Durre)

DILÊ ÞEYDA 
Disan dilê Þeyda ji nû, da îxtîyar perwazî kir 
Seydek dîye ber daye dû, meyl û fira Þehbazî kir   

Meyla wî mehza hîkmet e, Þeyda wî enqa Þîret e 
Teyrê wî bala hîmmet e, lewra teleb efrazî kir   

Enqa bi dest kes nakevit, damek divê ew dakevit 
Nabit ku xafil rakevit, yê qesdê seyda bazî kir   

Þeyyadiya min bû ebes, daîm li min teng bû qefes 
Rahet benûm ez yek nefes, min lew bi efxan sazî kir   

Saz û semaya  suhbetê, govend û çerxa de’wetê 
Fikrîme Þekl û qametê, bîr têne mi-b awazî kir   

Þeklê mecazî çendek e, Þeyda heqîqî werdek e 
Teyxûnê qeyda lê veke behrê, me ber endazî kir   

Zincîr dibe teyxûn bitin, cendek li pêsber xûn bitin 
Þunqar ne dê mecnûn bitin, uskûf ji çavan bazî kir   

Þunqarê çav teyxûnê dil, berdane dû çavên bi kil 
Xanî! Ewan gêra xecil, lewra mecaz axazî kir

 
  (Ehmedê Xanî)
(Berhevkirin: Abdurrahman Durre)

ENQAYÊ   BEQA 

Beydayê fena gerçi benim rehguzerimdir 
Enqayê beqa hîmmetê hemrahê perimdir   

Wehm eylemezem sehmê bela,qewsê felekden 
Atilsa, çu destimde  tewekkul  sîperimdir   

Ben baxê Cîhan içre eceb nexlê belayem 
BaÞimda bela berg û meÞeqqet semerimdir   

Saqî bana îmdadi kilip, fatihê bab ol 
Meyxane terîqimde kim evvel seferimdir.   

Ben aÞiqê dîdarê ne hacet xemê diwar 
Cennet dexi ber perde ê qet’ê nezerimdir   

Perwane ê perr soxîte ê Þem’ê qedîmim 
Nîranê cehennem Þererê bal û perrimdir   

Alam û cefasîle xweÞim ben rehê îÞkin 
Xanî! Bana bu yolde, qedem çeÞmê serimdir 
 
  

  (Ehmedê Xanî)
(Berhevkirin: Abdurrahman Durre)

EY DIL   
Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî Subhîgehan ku seh di ket lexlexe yê hewayê zulf MeÞqê diket wek kutuban Rûyê Nigar û Husnê xet Bende hezar û tiflê dil, hatine ber Melayê zulf AÞiqê bê ceger meger sebrê ji can û dil di ket Manîyê gencê meqsede, heybetê ejdehayê zulf Herserê mû bi sazekî, cilwe diket bi nazekî AÞiqê îÞqîbazekî, bendî diket belayê zulf Rom û fireng û hîndîyan, xal û nîsan û xemrîyan Xencer û Þîr û misrîyan, ceng e li ber liwayê zulf Tac û tomar û bin perran, le´l û guhar û gewheran SerxoÞ û dîn û ebteran, reqse digel semayê zulf Law û rewal û rêspîyan, mîr û wezîr û cundîyan SerxoÞ û mest û bengîyan, derde ji macerayê zulf Þêx û mirîd û salikan, Þah û feqîr û malikan Cust û çeleng û çapikan dilket û bende payê zulf Ef’a û mar û ejder e, misk û zebad û enber e Nefxe yê rûhî perwer e, raîheyê hewayê zulf Bê meyy û bê dewayekî, bê deff û çenk û nayekî Dîn diketin Melaye kî, cezbe ê dil rubayê zulf Mîr û mela û mahîran, çendî belîx û Þaîran „Xanî „ û hindî haziran, dade! ji ber belayê zulf ( derde, ji destê tayê zulf )
(Ehmedê Xanî)
(Berhevkirin: Abdurrahman Durre)

EY DILA        
SAQÎYÊ MEHWEÞ   

Ey dila ger te divêten bibî daîm mesrûr 
Di terebxaneyê dunya wexwe ava engûr 
Perdeyê xefletê xewxayê cîhanê bidirîn 
Ji meqamî kî behîÞtî ji sedayê Tenibûr   

Zemzema zemzemeya rahê Huseynî ji Hicaz 
Vexwenit, Ke’be yê dil, ta bite beytîl me’mûr 
Perdeyê zulmetê eÞxalê cihanê bi dirrîn 
Ji netergahê cemalê Tu hîcabê bike dûr     

Menzerê dîde ê canê Te munewwer nebitin 
Nexlê ''Mazaxe'' ne kêsî Tu ji xal û xetê hûr 
Gunehan ger nebûwa lezzet û zewqek haÞa! 
Faîlê ism ne dibû, tarik û taîb me’cûr.   

Mey û me’Þûq û hewesbazîyê dunyayê zuhûr 
Ne bûwana, ne dibû îsmekî Allah ê xefûr 
Min guneh tê bi gunahan ku di nêv baxê cîhan 
Semerî xweÞtir ewin, bûn bi heramî meÞihûr   

Hinkî dewrê felekê saxirê meh dewrî diket 
Meh û salan digirit herwe ji (umrê) emrê me qusûr 
Rabe ey saqiyê mehwes tu ji rexma felekê 
Bide min badeî le’lî Tu ji cama fexîfûr   

Þêxê cam er nefesî hemdemî dil ket bi mirad 
Li miradê dilê murde dibîtin keÞfê qubûr 
Ya’nî ew xane ê gil nabite qabil qet’a 
Ne bi çeÞmê dilê nazir,ne bi rûyê menzûr     

ÎÞqî bazî du terîqe,çi heqîqet çi mecaz 
Þem’ê can dê bi qejîtin,çi bi nar û çi bi nûr 
Þebê zulumatê bi îmkanê dibit subhî numa 
Afîtabê Ehedîyyet ji feleq tête zuhûr   

Ser û mal û dilû canê me fidayê Te bitin 
Bike qelbê me tu saqî ji Þeraba xwe tehûr 
Da bikem keÞfê meqamatê ulûwwê derecat 
Ya bikem keÞfê keramatê ji dara mensûr
 

  (Ehmedê Xanî)
(Berhevkirin: Abdurrahman Durre)

HER DINALIM
Her di nalim Þev û rojan, meger ez Eyyûbim ez Hêstiran her vedimalim, meger ez Yequbim ez Bigirin dest ji me bêrûn, kul û derdan ku yek in Wer bi pêçin bi cefayê xwe, ku ez mektûbim ez Hindekî xem hene daîm li min ew vêk dikevin Ez nizanim ku bi çav wan çi qewî mehbûb im ez Xem, telebkarê meye, em xo telebkarê dîyar Weh tilismê telebim ez, talib û metlûbim ez Eceb îqbalî ji bo min nihe “ Xanî “ ku li bal PadîÞahê xem û derdan, wehe ez merxûbim ez
(Ehmedê Xanî)
(Berhevkirin: Abdurrahman Durre)